Berî du rojan, anku Şemiyê, 113 endam û rêveberên tevgera Nehdayê ya Tûnisî, ji ber binkeftin û nebûna demokratîkê îstîfa kiribû..
Li gor agahiyan, 18 kesên din jî duh îstîfa kirin..
Cîgirê serokê tevgera Nehdayê yê berê Ebdulletîf El-Mekî,,
ji ajansa Tûnis Afrîka re eşkere kir ku sedema îstîfayan binkeftina tevgerê ye..
Ebdulletîf El-Mekî got dibe ku kesên îstîfakirî partiyeke hevbeş damezirînin..
Endamên îstîfakirî dibêjin ku rayedarên Nehdayê gelek şaşî kirine û ji aloziya li Tûnisê berpirsiyar in..
Li aliyekî din, biryarên Qeys Seîd -serokê Tûnisê- ên der barê projeyên sererastkirinên destûrî de, li nava civak û hêzên siyasî yên Tûnisî de hêrseke mezin daye der..
Di çarçoveyê de, li paytexê welatî û endamên partiyan duh li kolanan bûn û hêrsa xwe nîşan da..
Di xwepêşandanê de Tûnisiyan banga vegerandina rêjîma destûrî kir..