Keça Qazî Mihemed Suheyla Qazî koça dawî kir

Keça pêşengê Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) Pêşewa Qazî Mihemed, Suheyla Qazî li bajarê Bonn ê Almanyayê koça dawî kir.

Suheyla Qazî di 11’ê Tîrmeha 1941’an de li Mehabadê ji dayik bûye û duh li bajarê Bonn ê Almanyayê koça dawî kir.

Suheyla zaroka pêncemîn a Qazî Mihemed bû, 6 xwişk û birayekî wê hebûn.

Suhêyil Qazî Jinek wek lîdera, dayîkek bi qasî cihanekê dilovan, xanimek zana û şopînera doza bavê xwe yê nemir Pêşewa Qazî MIhemed û dayîka xwe a têkoşer Mîna Qazî bû.

Birayê wê Elî Qazî jî di 11’ê Tîrmeha 2022’yan de wefat kiribû.

Kurê Qazî Mihemed ‘Elî Qazî’ li Almanyayê koça dawî kir

75 sal bi ser darvekirina rêberê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed re derbas bûn

Back to top button