Salih Nûr: Berxwedana Rêber Apo tecrîd pûç kiriye

Endamê Desteya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Nûh diyar kir ku piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û helwesta Rêber Apo dîrokeke nû hatiye nivîsandin.

Endamê Desteya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Nûh diyar kir ku Piştî helwesta Rêber Apo dîrokeke nû hatiye nivîsandin û got:

Rêber Apo ji destpêka civaka xwezayî û heta roja me, li ser jiyana civakan lêkolîn kir û bersiv jê re dît.

Ji bo ku desthilatdarî gel bikin koleyên xwe, dewletên desthilatdar êrîşî fikra azad kirin lê bi ser neketin.

Bi berxwedana Rêber Apo li zindanê komplo pûç bû lê desthilatdariyê xwest tecrîdê di nav tecrîdê de pêk bînin.

Lê ji ber ku gel xwedî li destkeftî û keda Rêber Apo derket li bin ketin.

Em fedaiyên fikra neteweya demokratîkin em ê berxwedana xwe geştir bikin.”

Back to top button