Êrîşên dewleta Tirk a dagirker gundewarên Til Temirê di nava tariyê de man

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî toreyên kehrebeyê yên gundewarên Til Temirê kirin û kehrabe bi temamî hat qutkirin. Her wiha derdora Eyn Îsayê û xwarigeha Saqir topbaran kirin.

Li Til Temerê Artêşa Tirk êrîşî gundewarên Til Temirê kir, di encamê de toreyên kehrebe û stasyonên li gundewar bû armanca êrîşan, ji ber vê yekê kehrebe bi temamî li ser bajarokê Til Temirê û gundewarê wê qut bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dora bajarokê Eyn Îsayê û xwarigeha Saqir li ser rêya navneteweyî M4 jî topbaran kir.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker
QSD: Li Girê Spî 5 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin

Navenda ragihandin û çapemeniya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parve kir.

29’ê Çileyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi çeken giran êrîş birin ser rêya M4 a navdewletî û sivîlek birîndar kir.

3’ê Sibatê jî çeteyên dagirker êrişê eniyên QSD yên gundê Xirbit Kerem yê Eyn Îsayê kirin, di encama de 5 çete hatin kuştin, erebeyeke çeteyan hate rûxandin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

3 heta 4’ê Sibatê di topbaran li ser bajarokê Eyn Îsayê de 3 şervanên QSD’ê Şehîd bûn.

Back to top button