Tevgera protestoyî ya Israîlê: Ben gvir dixwaze xwînê birijîne

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben Gvir hêzên polîsan ên destwerdana xwenîşandanên li dijî hikumetê yên li Tel Avîvê weke “qehreman” pênase kir.
Tevgera protestoyî ya Îsraîlê ragihand Ben Gvir banga rijandina xwînê dike û polîsan teşwîqî tundiyê dike.

Hate ragihandinê ku Îtamar Ben Gvir di civîneke de sipasiya yekîneyên polîsan kiriye û gotiye:

“Hûn lehengên me nin, ez ê di dema xebata xwe de piştgirîya we bikim.”

Tevgerên rêxistinkirina xwepêşandanan yên binavê “Tevgera Hêza Pilingan” tê binavkirin, bi daxuyaniyekî ev helwest rexne kir.

Tevgerê diyar kir ku Ben Gvir dixwaze xwîna xwepêşanderan bê rijandin.

Her wiha tevgerê bi bîr xist ku 2004’an jî Ben Gvir piştgiriya tevgera terorîst ya bi navê Kach kiribû.

Lê heta niha Ben Gvir têkîldarî vê daxuyaniyê tiştek negotiye.

Li aliyê din Daîreya Lêpirsînê ya Polîsê ya girêdayî Serdozgeriya Giştî derbarê fermandarê yekîneya polîsan Yair Hanûn ku bi xwepêşandanên Tel Avîvê re mijûl dibe lêpirsîn da destpêkirin.

Her wiha 4 polîs ji ber karanîna tundiya li dijî xwepêşanderan jî di lêpirsînê de cih digirin.

Netanyahu: Mijara Îsraîlê navxweyî ye, divê kes têkil nebe

Back to top button