FAO: Bêtirî 20 mîlyon Sûdanî bi birçîbûnê re rûbirû ne

Li Afrîka ne tenê Nîjer, li Sûdanê jî ji ber şerê deshilatê rewş aloz e.
Heta niha ji ber şer nêzî 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya NY ragihand ku bêtirî 20 mîlyon kes nikarin xwarinek bi tendurist bixun.

Li Sûdanê şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de jiyana li welêt gelekî dijwar kiriye.

Ji ber şerê heî gelek kes ji xwarin û dermanan bêpar dimînin û vê yek jî rewşa welat xirabtir kiriye.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand bêtirî 20 mîlyon kes nikarin xwarinek bi tendurist bixun.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî rewşa Sûdanê wek krîtîk bi nav kir.

Hate ragihandinê ku nêzîkî 6.3 mîlyon mirov di qonaxa birçûbûnê de ne.

Pevçûn li paytext û derdora wê, rewşa welêt aloztir kiriye.

Ji ber şerê heyî gelek dezgehên tenduristî û mirovî li seranserê welat wêran bûne.

Ji ber şerê heyî nêzî 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye

Bêtirî 3 hezar û 900 kesî jiyana xwe ji dest da ye.

Bi milyonan mirov neçarî koçberiyê bû ye.

Li gorî amara Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM), bêtirî 3 milyon kes di nava welat de neçarî koçberiyê bûne.

Her wiha milyonek kes jî berê xwe dane welatên cîran.

“Welatiyên Sûdanê di nava tirseke ku nayê xeyalkirin de dijîn”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) jî diyar kir ku welatiyên Sûdanê, di nava tirseke ku nayê xeyalkirin de dijîn.

Rêxistinê diyar kirin ku ji ber şerê heyî her roj xeteriya li ser jiyana sivîlan zêdetir dibe.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de balkişand ser tundiya şerê heyî û wiha got:

“Mirov di nav malên xwe de têne kuştin an jî bi bêhêvî li xwarin, av û dermanan digerin.

Dema ku direvin têne gulebaran kirin.

Gelek keç, di temenê 12 salî de, ji aliyê çekdaran ve rastî destdirêjiyê tên.”

Rêxistinê diyar kir ku li welêt derek bi ewle nemaye.

Rêxistinê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir tavilê ambargoya çekan a li ser Darfûrê hatiye sepand dirêj bike.

Her wiha bang li qada navneteweyî hate kirin ku piştgiriya mirovî ji bo Sûdanê zêde bike.

Li Sûdanê hedfgirtin û revandina jinan zêde bûye

Di şerê li Sûdanê de hedefgirtina jinên ciwan bi dawî nabe.

Înîsiyatîfa Kevana Afrîkayê diyar kir ku hejmara jinên winda 31 e.

Lê dibe ku ev hejmar gelek zêdetir bibe.

Şerê li Sûdanê: 20 leşkerên Hêzên Piştevaniya Bilez hatin kuştin

Back to top button