Li Derya Egeyê koçberan Atîna xist nava fikarê

Di nava rojên dawiyê de bêtirî 100 koçberî xwe gihand sê giravên Yewnanîstanê.
Ev tevgera zêde ya koçberan hikumeta Atîna xist nava fikaran.

Li gorî agahiyên ji derdorên hikumetê yên li Yewnanîstanê hatin girtin, di rojên dawî de hejmara koçberên ku ji peravên Egeyê tên zêde bûne.

Ajansa nûçeyan a Almanî dpa ragihand ku ev mijar doh di civîneke taybet a wezîr û dezgehên ewlekarî yên pêwendîdar a bi serokatiya Serokwezîr Kiryakos Mitsotakis de hatiye gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyên ku yekîneyên ewlekariya peravê yên Yewnanîstanê dane, di navbera Duşem û Çarşemê de 43 koçber bi 3 botan xwe gihandine girava Samos a Yewnanîstanê.

Hate hînbûn ku 17 kes bi botekê gihiştine Xiosê.

66 koçber jî bi 2 botên cuda yek jê 26 û ya din jî 40 kes xwe gihandine Lezbosê.

Asayîşa peravê ya Yewnanîstanê ragihand koçber dema ku yekîneyên parastina peravê nêzî wan bûne, zerar dane botên wan.

Ji ber vê yekê hat diyarkirin kukoçber di rewşa mexdûriyetê de ne û ew mecbûr in li gor rêgezên hiqûqa deryayê alîkariyê bidin birîndaran.

Her wiha 3 kes bi hinceta bazirganiya mirovan dikin hatin binçavkirin.

Di 140 salên dawî de barana herî zêde li Pekînê barî

Back to top button