Di 140 salên dawî de barana herî zêde li Pekînê barî

Li Pekîna paytextê Çînê di nava 140 salên dawî de baran herê zêde barî.
44 hezar û 600 kes ji ber baranê bandor bûn, her wiha 20 kes mirin.
Piştî felaketa baranê niha jî Çîn li benda bahoza Khanun ye.
Bahoza ku qala wê tê kirin li Japonya qelibî.

Li paytexta Çînê Pekînê, ji ber barana ku 4 roje dewam dike li gelek bajar û bajarokan lehî rabû.

Barîna ku weke 744,8 milîmetre hate tomar kirin.

Berî niha di sala 1891’an de li Pekînê 609 milîmetre baran barîbû.

Lê barîna îsal rekora 140 salên dawî derbas kir.

44 hezar kes ji baranê bandor bûn, 20 kes mirin

44 hezar û 600 kes ji ber baranê bandor bûn.

Her wiha 127 hezar kes jî ji bo herêmên ewle hatin veguhestin.

Li navenda bajêr gelek rê û kolan di bin avê de man.

Park û cihên geştiyariyê hatin girtin, gelek sefer hatin betalkirin.

Hat ragihandin ku li Pekînê 11, li parêzgeha Hebei jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bahoza Khanunê berê xwe daye Çînê

Piştî felaketa barana zêde niha jî bahoza Khanun berê xwe daye Çîn ê.

Bahoza 6’emîn a ku îsal wê bandorê li Çînê bike, tê çaverêkirin ku roja Duşemê bigihêje peravên parêzgeha Zhejiang a li rojhilatê welêt.

Di xebatên li eyaletê de 190 hezar kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Bahoza Khanun li Japonya qelibî

Bahoza ku qala wê tê kirin berî Çînê li Japonya qelibî.

Li parêzgeha Okinawa ya Japonya ji ber bandora bahoza Khanun, bajara li bin gohê hev ket.

Ziyanên mezin gihîşete mal û mulkên welatiyan.

Back to top button