HPG: Artêşa Tirk hewl dide bi çekên kîmyewî encamê bigire

HPG’ê têkîldarî şerê li herêmên parastinê yê Medyayê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla tengavî buye hewl dide careke din bi çekên qedexebûyî encamê bigire.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gêrîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla tengavî buye hewl dide car din bi çekên qedexekirî êriş bike û wiha got:

“Artêşa dagirker hemû çekên şer li hemberî Qadên Berxwedanê yên Zapê bi kar tîne û encam nagire.

Di 9’ê Îlonê dagirkeran ji xeta Girê Amediyê heta ber bi Metînayê êriş kirin.

Tevî ku piştevaniya xayînên hevkar jî girtiye, li vir jî nekarî encama ku xwestî bi dest bixe.

Lewma hewl dide bi çekên kîmyewî û nukleer encam bigire. ”

HPG’ê bang li gelê welatparêz û raya giştî kir ku li hember van êrişan bibin xwedî helwest.

HPG: 4 leşkerên Tirk ê dagirker hatin ceza kirin

Di daxuyaniyê HPG’ê de hate destnîşan kirin ku di çalakiyên gerîlayan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Her wiha çekek A4 û çeperek hatin îmhakirin û derb li çekek obus jî hate xistin.

Dagirkeran jî bi balafirên şer û topan qadên gêrîla bombebarankirin.

Back to top button