Cenazeyê 16 kesan ku ji wan 5 zarok in hatin derxistin û 2 kes rizgar bûn

Li Helebê li taxa Şêx Meqsûd avahiyek ji 5 qatan bi ser niştecihan de hilweşiya . Di avahiyê de derdora 30 kesî hebû. Hate niha di encama lêgerînê de cenazeyê 16 welatiyan ku ji wan 5 zarok in hatine derxistin û 2 kes jî hatine rizgarkirin.

Heta vê kêliyê di encama hilweşîna avahiyê de, 16 kesan ku 5 ji wan zarok in jiyana xwe ji dest dane.

Nûçegihana me ragihand ku di nava zarokan de zarokekî 20 rojî jî heye.

Di nava qurbaniyan de pêşkêşvanê televzyona me Ridwan Agirî jî heye.

Ridwan Agirî di salên 2016 heta 2017 pêşkêşvaniya bernameyan ji bo Ronahî TV dikir…

Xebatên lêgerînê ji aliyê tîmên rizgarkirinê û bi sedan niştecihên taxê ve dewam dikin.

2 birîndar jî hene û ji bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

Hîna 6 kes ji malbata min xuya nakin.

Li gorî niştecihên li taxê, avahiya hilweşiyayî di dema êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 2016’an de ziyan dîtibû û dibe ku ev sedema sereke ya hilweşandinê be.

Heta Niha têkildarî hilweşîna avahiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn tu daxuyanî nedaye.

Back to top button