Iraq-3 Çeteyên DAIŞ’ê yên Xeternak hatin girtin

Hêzên Iraqê li herêma di navbera Bexda û Diyalayê 3 çeteyên DAIŞʹê yên ʹXeternakʹ girtin.

Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê derbarê girtina van çeteyan de daxuyaniyek da.

Îstîxbaratê ragihand ku 3 DAIŞʹiyên ʹXeternakʹ li herêma di navbera Bexda û Diyalayê de girtin.

Û eşkere kir ku li gel 2 çeteyên ku hatine girtin çek, teqmenî û ala DAIŞʹê jî hatin dîtin.

Her wiha da zanîn ku girtina van çeteyan bi hevkariya hêzên ewlekariyê pêk hat.

Dawiyê hat diyar kirin ku ev her sê çete ji aliyê dadgehê ve dihatin xwestin.

Back to top button