Pedersen gihişt Şamê, wê xebatê komîteya destûrî nîqaş bike

Nûnerê NY li Sûriyê, Geir Pedersen, ji bo gotûbêjkirina awayên jinûve destpêkirina xebata komîteya destûra bingehîn, gihişt Şamê.

Tê payîn ku Pedersen îro bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Welîd El-Mûelim re hevdîtinê bike.

Pedersen di 29’ê Çileya borî de li Şamê bi El-Mûelim re civiyabû.

Her du aliyan teqezî li ser girîngiya pêkanîna rêgezên xebata komîteya destûrî kiribû, ku biryara xwe ya serbixwe ya Sûrî, bêyî destwerdanên derve biparêze.

Back to top button