Li Şehbayê bi sedan kesî ji malbatên şehîd Cemîl Şêx Nesan û şehîd Îsmaîl Hesen re ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, sersaxî xwestin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn û Şehbayê ji bo her du şehîdan konê sersaxiyê li qada gundê Ehrezê ya Şehbayê vegirt
Bi sedan şênî,endamên Asayşê û partiyên siyasî beşdarî merasîmên sersaxiyê bûn.
Di merasîmê sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şerhîdan Mistefa Eloş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
“Armanca van êrişên dewleta Tirk tunekirina kurdan e. Lê em ê li ser rêya şehîdan li dijî êrişan bisekinin û destketiyên xwe biparêzin.”
Endama Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê Eyşe Elî Şêx Hemze jî diyar kier ew ê li dijî hemû êrişan xaka xwe biparêzin.
Bi navê Rêveberiya Xweser Ehmed Selem jî got: Ji bo têkbirina êriş û planan ew ê hevgirtin û yekitiya xurttir bikin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.