MXDŞ: Em ti bîryarên bê îradeya civaka Êzidî qebûl nakin

Meclisa Xweseriya demokratîk a Şengalê, îro li ser rewşa herêmê û pêşketinên dawî bi awayekî awarte civiya.
Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku ew ti biryarên bê îradeya civaka Êzidî qebûl nakin û bang li gelê Şengalê hat kirin ku sibê li ber navenda Asayîşê lihev bicivin.

Meclîsa Xweseriya demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser rewşa herêmê û pêşketinên dawî bi awayekî awarte civiya.

Civîn li avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bi beşdariya nûnerên hemû saziyên rêveberiya xweser, rayedarênYBŞ û Asayîyê hat lidarxistin.

Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê MXDŞ’ê Heso Îbrahîm ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew ti biryarên li dijî îradeya civaka Êzidî qebûl nakin û wiha hat gotin;

“Me di nava şeş salên dawiyê de kedeke mezin û bi sedan şehîd da. Îro dixwazin me bê îrade bihêlin. Iraq deyndarê me ye. Xwediyê vê axê em in, divê werin bi mere rûnên.”

Di daxuyaniyê de hat ziman, weke gelê Şengalê ewê ji bo pêkanîna daxwazên xwe heta dawiyê li ber xwe bidin û wiha hat dewam kirin;

“Hikumeta Iraqê îradeya me nas nake. Mafê wan nîne destwerdanê li me bi taybetî li hêzên me yên parastinê bikin. Emê gav bi paşde nevavêjin. Em herdem hewl didin ku ne bi şer, bi danûstandinê pirsgirêkan çareser bikin. lê eger rewş bigihêje asta şer, em ê hemû bibin Asayîş.”

Di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî hat kirin ku ji bo piştgiriya hêzên xwe û li dijî planên li ser Şengalê li ber navendên Asayîşê yên li Şengal, Sinûn û Xanesorê li hev bicivin.

Back to top button