PAJK: Şehîd Viyan rêbazê têkoşînê nîşanî her kesî da

Koordînasyona PAJK’ê şehîd Viyan Soran bîr anî û dest nîşan kir ku şehîd Viyan bi çalakiya xwe rêbazê têkoşînê nîşanî her kesî da. PAJK’ê tecrîda li ser Rêber Ocalan weke qirkirina Kurdan bi nav kir û li dijî sûcên dewleta Tirkiyê banga bilindkirina têkoşînê kir.

Şeva 1’ê Sibatê 2006’an li hemberî komploya li dijî Rêber Ocalan Gerîla Viyan Soran çalakiyek fedayî kir û got; kes nikare roja me tarî bike.

Derbarê mijarê de Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek da û şehîd Viyan Soran di salvegera 14’an a şehadetê de bîr anî.

PAJK’ê diyar kir ku şehîd Viyan nîşanî dost û dijma da ku têkoşîn bi çi biryardariyekê tê kirin.

PAJK’ê dest nîşan kir ku Şehîd Viyan Soran bi nameya xwe ya hiştî ji bo wan û gelê başûrê Kurdistanê manîfestoyek danî.

PAJK: Hegemoniya navendî ji bo qirkirina Kurdan Tirkiyê erkdar kiriye

PAJK’ê diyar kir ku ji bo hêzên komploger gelê Kurd û jinan teslîm bigrin her tiştî dikin.

Lewma em bang li her kesî dikin ku li dijî polîtîkayên li ser herêmê şiyar bin û li pêşiyê biseknin.

PAJK’ê bîr xist ku Hegonomiya Navendî ji bo Kurdan qir bike bi taybet dewleta Tirk erkdar kiriye.

PAJK: Têkoşîna li dijî Tirkiyê têkoşîna li dijî sûcên qirkirinê ye

PAJK’ê îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan kir û got:

Tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşa qirkirina Kurdan e.

Dagirkeriya Kurdistan û Rojhilata Navîn e.

Lewma têkoşîna li dijî dewleta Tirk tê wateya têkoşîna li dijî sûcên qirkirinê.

Koordînasyona PAJK’ê dawiya daxuyaniya xwe teqez kir ku ewê rastiya sosyolojîk a Rêber Ocalan ava kirî bi cih bînin û têkoşîneke mezin bikin.

Back to top button