Temellî: Dem dema tifaqa demokrasiyê ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temeelî diyar kir ku niha dem, dema tifaqa demokrasiyê ye û got:

Li cihê tecrîd lê hebe mirov nikare qala edaletê bike.

Ji ber vê jî niha dem dema tifaqa demokrasiyê ye.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi slogan “Em dê di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bi biryar bin” lidar xist.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP’ê yên Mûşê, siyasetmedar û aktivîst di kongrê de amade bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Aynur Saruca gel silav kir.

Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî axivî.

Temellî anî ziman ku ew ê di kongreya giştî de guhertinek mezin bikin û bi deh hezaran kes tevlî kongrê be.

Temellî got:

Êdî dem hatiye ku em xwe ji vê îqtîdarê rizgar bikin.

Em ji bo Erdogan dibêjin Êdî bes e.

Tirkiye, Rojhilata Navîn, Libya û Derya Spî kiriye warê agir.

Bi dawîkirina vê pergalê bi têkoşîna aştî û demokrasiyê pêkan e.”

Temellî anî ziman ku dem dema têkoşîna aştî û îtîfaqa demokrasiyê ye.

Temellî: Tecrîd û edalet bihevre nabe

Hevserokê giştî yê HDP’ê Temellî da zanîn ku berî her tiştî pêdiviya vî welatî bi edaletê heye û wiha lê zêde kir:

“Li vî welatî edalet û hiqûq tune ye.

Êdî dem hatiye ku em ji vê pergalê re bêjin raweste.

Bê edaletiya herî mezin tecrîd e.

Li vi welatî tecrîda mutlaq heye.

Li cihê tecrîd hebe edalet ne pêkan e.

Tecrîdkirina Rêzdar Ocalan pergala hiqûqê ye.

Heta ev tecrîd bi dawî nebe, dê mafê mirovan bêtir xera bibe.

Piştî axaftina Temellî, hilbijartin pêk hat.

Di hilbijartinê de Sibel Genç û Abdulbarih Yîgît bûn hevserokên HDP’ê yên Mûşê.

Back to top button