Rûken Ehmed: Dewleta Tirk amadekariyên êrişeke nû dike

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Rojava, Şengal û Gerîla amadekariyên şer dike. Li dijî van plan û êrişan Rûken Ehmed dibêje: “Wê gelê Kurd bi yekitiya xwe û di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de ji van êrişan re bibe bersiv.” 

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê Rûken Ehmed li ser plan û êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re ji ajansa Firatê re axivî.

Rûken Ehmed anî ziman dewleta Tirk dixwaze şerê Rûsya û Ûkraynayê bi kar bîne, ji xwe re bike firsendek û planên nû yên êrişan pêk bîne.

Rûken Ehmed: Divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî plana PDK û Tirkiyê derkeve

Hevseroka TEV-DEM’ê da zanîn ku dewleta Tirk ne tenê li dijî Rojava, bi hevkariya PDK’ê amadekariya êrişekê li dijî gerîla jî dike.

Û li dijî van plan û êrişan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.

Rûken Ehmed: Divê civaka me di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de xwe bi rêxistin bike

Dawiya axaftina xwe Hevseroka TEV-DEM’ê tekez kir divê gel li dijî her cûre êriş û xiyanetê di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de, xwe bi rêxistin bike, li ber xwe bide û şer bike.

Back to top button