Komxebata Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyekê bi dawî bû

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxa Reqayê, bi dirûşma “Bi hev re demokratiya jinan di hundirê Sûriyê de bisepînin”, komxebatek li dar xist.

Beşdarên komxebatê, mijarên girêdayî jinan li Sûriyê, zehmetiyên ku jin li Idlibê dikişînin li gel hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê çi ne, nîqaş kirin.

Komxebat bi diyarkirina encamnameyekê bi dawî bû;

  • Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, divê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.
  • Divê bi rêya dabînên navneteweyî, koçber û penaber vegerin warên xwe.
  • Divê dewleta Tirk ji ber sûcên hovane yên ku komên wê yên terorsît pêk tînin, were sûcdarkirin û li gel dadgehên navneteweyî were darizandin.
  • Divê jinên Sûriyê tev li xebatên siyasî û çêkirina biryaran bin.
  • Divê hemû girtiyên jin serbest werin berdan û çarenûsa wan bê eşkerekirin.
  • Ji bo belgekirina sûcên li herêmê pêk tên, divê komîteyên qanûnî yên NY`yê derbasî herêmê bibin.
  • Têkilî bi hemû jinan re çi li derve yan jî hundirê Sûriyê werin avakirin.
Back to top button