NY: Derziya li dijî Corona qet ne gihiştiye 130 welatî

Bi dîtina derziya li dijî vîrûsa Corona û lêdana derziyê re xuya kir ku sala 2021’an wê welatên rewşa xwe ya aborî baş, welatiyên xwe derzî bike û yên hejar ji li wan temaşe bike.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres îşaret bi vê bêdealetiyê kir û got, Derziya li dijî vîrûsê heta roja îro qet derbasî 130 welatan ne bûye.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bêedaletiya parvenekirina derziya li dijî vîrûsê li nava welatên cihanê rexne kir.

Di civîna ku ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Corona pêk hatî de Antonio Guterres axivî û diyar kir ku ji sedî 75 derziyên ku hatine hilberandin ji bo 10 welatan hatine şandin.

130 welat jî heta niha qet derziya li dijî vîrûsê derbasî wan ne bûye.

Sekreterê Giştî yê NY anî ziman ku di parvekirina derziyê de divê wekhevî pêk were û ev yek jî weke ezmûneke exlaqî ya gerdunî pênase kir.

Antonio Guterres, bang li welatên aboriya xwe pêşketî kir ku di asta gerdunî de dest bi kampanyayek ji bo derzîkirinê bikin.

Di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY ku li Îngilistanê pêk hat de, li herêmên şer ji bo derzîkirina lidijî vîrûsê plana xebateke lez tê kirin.

Li gorî pêşnûmeya ji aliyê Îngilistanê ve hatî amadekirin, li welatên şer lê heyî û di aliyê siyasî de alozî lê didomin wê ji bo 160 milyon kesî derzî were peydakirin.

Vîrûsa Corona ya ku ji vê bêedaletiyê sudê dibîne, bi mûtasyonên nû re bi lez belav dibe.

Heta niha li seranserê cihanê zêdeyî 110 milyon kes bi vîrûsê ketine û ji van jî nêzî 2 milyon û 442 hezar kes mirine.

Back to top button