​​​​​​​Meclisa Dêrik û saziyên wê li giliyên şêniyan guhdar kirin

Meclisa navçeya Dêrikê ji şêniyên Dêrikê re civînek li dar xist û li nêrîn, gilî û pêşniyarên wan ên der barê xizmetguzariyên bingehîn de guhdar kirin.

Di civînê de bi dehan şêniyên taxa Tecnîd a Dêrikê, hevserokên şaredariya gel, daîreya kehrebê û avê, sotemenî û çandiniyê amade bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî û got: “Meclisên navçe û bajarokan guh didin nêrînên şêniyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, bi taybet ên girêdayî dozen xizmetguzarî, da ku şaştiyan bi koordîneya komîn û saziyên xizmetguzarî re sererast bikin.”

Piştre li giliyên şênî, nêrîn û pêşniyarên wan hate guhdarkirin.

Her wiha Meclisê nêrîn û giliyên şêniyan qeyd kirin ku nîqaş bikin û çareyên guncaw ji wan re bibînin.

Back to top button