Kongra Star li pêşiya mala ku Rêber Apo lê dima konê parastinê vegirt

Kongreya Star a kantona Kobanê, li pêşiya mala ku rêber Apo lê dima “Konê Parastinê” vegirt.

Kongreya Star a kantona Kobanê, li pêşiya mala ku rêber Apo lê dima ya li gundê Elpelûrê “Konê Parastinê” vegirt û teqez kir ku ew ê têkoşînê bidomîne heta tecrîd bi dawî bibe.

Tê payîn ku çalakî 4 rojan dewam bike.

Endamên Kongreya Star dê di nava 24 saetan de nobet bigirin.

Çalakî bi dayîna daxuyaniyekê dest pê kir.

Di daxuyaniyê de erîşên li dijî mala ku rêber Apo lê dima hat şermezar kirin.

Êrişa li dijî mala rêbertî hedefgirtina jinan û destkeftiyên şoreşa Rojava ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku têkoşîna jinan heta rakirina tecrîda li dijî rêber Apo wê dewam be.

Tê zanîn ku balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker roja Înê de mala ku rêber Apo lê dima ya li gundê Elpelûr ê rojavayê bajarê Kobanê bomebebaran kir.

Back to top button