Gundên Til Tewîl û Deşîşa yên Til Temirê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, careke din gundewarê Til Temirê ya Kantona Hesekê topbaran kir.

Îro di saetên nîvro de, Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Til Tewîl û Deşîşa yên Til Temirê topbaran kirin.

Derbarê encamên topbaranê de heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Duh jî heman dever ji aliyê hêzên dagirker ve hatin topbarankirin.

Pêr jî baregeheke hêzên Hikumeta Şamê ya li gundewarê Girê Spî ji aliyê dagirkeran ve hat topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, Artêşa Tirk baregeha Hikumeta Şamê ya li gundê Seyan ê rojavayê Girê Spî topbaran kir û leşkerekî hikumetê birîndar bû.

Back to top button