Li navçeya Tirbespiyê 14 şehîd hatin bibîranîn

Li navçeya Tirbespiyê Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê14 şehîdên ku di meha Sibatê de li herêmên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn. Saziya Zimanê Kurdî ya li bajarê Qamişlo jî bi çalakiyekê Egîd Cilo di salvegera duyemîn a şehadeta wî de bi bîr anî.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê, 14 şehîdên ku di meha Sibatê de li herêmên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Di Merasîmê de malbatên şehîdan mûm vêxistin û sînevîzyonek der barê şehîdan û gotinên rêber Abdullah Ocalan de pêşkêş kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê, Hesen Ibêd bal kişand ser fedakariya şehîdan ji bo gihaştina azadiyê.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şehîd Egîd Cîlo li Qamişloyê hate bibîranîn

Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Qamşloyê bi çalakiyekê, salvegera duyemîn a şehadeta şehîd Egîd Cîlo bi bîr anî.

Di bîranînê de endamên Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Saziyê Zimanê Kurdî, Yekitiya Rewşenbîran û gelek mamoste û endamên dezgehên çapemeniyê amade bûn.

Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Egîd Cîlo hate pêşandan.

Endamê Koordînasyona Giştî ya Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Metîn Cîhan axivî û got:

“Şehîd Egîd yek ji damezirînerên Saziya Zimanê Kurdî bû û ew temsîla nirxên şoreşgeriyê yên dilnizmî, nirxandina mirov û xwezayê dikirin”

Metîn Cîhan diyar kir ku armanca wî pêşvebirina civakê, perwerde û ziman bû.

Çalakî bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Back to top button