Duran Kalkan ji Medya Haber re axivî: Ji hevîdtinên Tehran û Soçî, destûra êrişan derket

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser encama hevdîtinên dawî yên Tirkiyê, Rûsya û Îranê got;
Erdogan bi erêkirin û desteka van herdû welatan, êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin.
Di encamê de gelê me tê kuştin.
Lewma mafê bersivdayînê pir rewa ye.
Kalkan bang li hikûmeta Şamê jî kir da ku nebe hevkarê Tirkiyê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan beşdarî bernameya taybet a Medya Haberê bû.

Kalkan zêdebûna êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, her wiha encama hevdîtinên Enqere, Tehran û Mosko nirxand.

Kalkan bi bîr xist ku hewldanên Erdogan ên ji bo peydakirina hevkariya şerê li dijî gelê Kurd ne nû ne û got:

Erdogan, ji bo dagirkirina Kurdistanê, destekê ji NATO û dijberên wê dixwaze.

Pêwendiyên wî li gel Îran û Rûsyayê jî bi heman armancê ne.

Ji bo hê zêdetir êrişî Rojava bike, xwe avêt hembêza Tehran û Soçî.

Bala xwe bidinê, heta niha NATO têkildarî vê tevgera Erdogan ti helwest nîşan nedaye. Berevajî her destekê dide wî.

Ev jî tê wateya erêkirina siyaseta şer a Erdogan.

Lewma em îro dibînin, seranserê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûrî êriş zêde bûne.

Rojana herêmê bombebaran dikin. Zarok têne kuştin. Siyasetvan û fermandarên hêzên parastinê şehîd dibin.

Dewleta Tirk hebûna Kurd weke dijminê xwe dibîne. Lewma bi zanebûn êriş dike.

Siyaseta qirkirinê ya beriya 85 salan li Dersîmê destpêkir, îro li Rojava dewam dike.

Duran Kalkan ji Medya Haber re axivî: Ji her demê zêdetir mafê bersivdayîna rewa heye

Duran Kalkan anî ziman ku li dijî êrişan, mafê gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî yê bersivdayîna rewa ye û got;

Bersivdayîna êrişên dewleta Tirk helwesta herî bi rûmet e. Di vî warî de çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê pir girîng e.

QSD’ê jî li dijî êrişan xwedî helwest e. Berevajî berê, îro mafê bersivdayînê bikar tîne.

Mafê ti kesî tine ye ku ji QSD’ê re bêje, tu çima çalakiyên bersivdayînê pêk tînî.

Ji her demê zêdetir îro mafê gelê herêmê ê bersivdayînê heye.

Wekî din em dibînin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî di nava amadekariyên pêwazîkirina êrişan de ne.

Ev xebateke girîng e.

Duran Kalkan ji Medya Haber re axivî: Divê hukûmeta Şamê nebe hevkarê Erdogan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo pêşî li rêya çareseriya aloziya Sûrî vebe, ev bang li hukûmeta Şamê kir:

Li şuna dostaniya li gel Kurdan, nebin hevkarê Erdogan.

Em heman bangê li Rûsya û Îranê jî dikin.

Divê zanibin ku eger Kurdan bikin mijara bazariyê, ew ê ti encamê bidest nexin.

Back to top button