Girtiyên di girtîgehên li Tirkiyê de, li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan 4 rojin dest bi greva birçîbûnê kirin e. Îro 7 girtiyên din jî ketin gireva birçîbûnê û bang li gelê kurd kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hişyar bin. Herwiha Tevgera Jinên Azad-TJA’yê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji girtiyên azadiyê re ragihand.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên PKK û PAJK’î di 27’ê mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 4’an de didome.
Li Girtîgeha Kirikkaleyê 4, li Girtîgeha Sîncanê 3 girtî ketin greva birçîbûnê. Girtiyên jin ê girtîgeha Sîncanê bi rêya malbatên xwe peyam şandin û gotin:
“Heta ku tecrîd bişikê û rêbertî azad bibe wê berxwedana me berdewam bike. Em banga hestyarîyê li herkesî dikin.”
TJA: Li dijî tecrîd û binpêkirina mafan bêdeng nemînin
Tevgera Jinên Azad-TJA’yê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da çalakiyê.
TJA’yê destnîşan kir ku di rastiya Tevgera Azadiya Jinên kurd û berxwedana zindanan de, li dijî her cureyên dagirkerî, komkujiya çandî, zayendperestî û olperestî serî hatiye rakirin.
TJA’yê got:
Berxwedêrên zindanan ala azadiyê bilind kirine û çanda berxwedanê bi pêş xistine.
Ji Sarayan, Leylayan û heta îro jî Çağlayan, Jinên Kurd ên têkoşer û azadîxwaz pêşengtiya herî mezin û pîroz ji pêvajoyan re kirine.
TJA’yê diyar kir jî kir ku Polîtikayên tecrîdkar ên AKP-MHP’ê zêdetir bûye. Bi vê bihaneyê jî helwest û binpêkirina mafê mirovan jî herî dijwar li ser dîlên azadiyê tê meşandin.
TJA’yê bang li jin, ciwan, sazî, rêxistinan kir ku li hemberî tecrîd û çalakiyên grêvên birçîbûnê bêdeng nemînin û bi dîlên azadiyê re di nav hevkariyê de bin.”