Çekya: Em ê hîn zêdetir dîplomatên Rûsya dersînor bikin

Krîza dîplomasî ya navbera Çekya û Moskova kurtir dibe. Çekya gef li Rûsya xwar û got, ger dîplomatên wan li Moskova venegerin, wê konsolxaneya Rûsya bi tevahî bigirin.

Moskova dibêje ev gef nayên qebûlkirin. Krîza dîplomasî ya navbera welatan êdî ji siyasî derbaskiriye û bazirganî ji girtiye nava xwe.

Çekya ku bi Rûsya re di nava krîza dîplomasiyê de ye, eyarek nû da Moskova.

Wezîrê Karê Derve yê Çekya Jakub Kulhanek ku doh kursiyê wezîrtiyê bidest xist li gel konsolê Rûsya yê li Pragê hevdîtinek pêk anî.

Jakub Kulhanek got,

Ger 20 dîplomat ji Moskova werin derxistin wê Çekya hîn zêdetir dîplomatên Rûsya dersînor bike.

Hat zanîn ku Rûsya dixwaze dîplomatên Çekya yên li welat bi qasî yên xwe bihêle.

Ev krîza dîplomasî di warê aborî de jî bandor li welatan kiribû.

Herî dawî Çekya Rûsya ji projeya Santrala Hêz ya Nukleerî ku bi bihayê 6 milyar euro bû derxist.

Rûsya jî ev yek bi biryareke siyasî binav kiribû.

Wezîrê Karê Hindirîn yê Çekya Jan Hamacek jî ragihandibû ku wan plana kirîna derzîya Sputnik V ya li dijî vîrûsa Corona ku Moskova hilberandiye dane rawestandin.

Duşema derbasbûyî Çekya 18 dîplomatên Rûsî dersînor kiribû.

Weke bersiv Moskova jî 20 dîplomat dersînor kiribûn.

Rûsya: Şêwazê çekya yê li hemberî me nayê pejirandin

Berdevka Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova li hemberî şêwazê Çekya ya li dijî Moskova bertek nîşan da.

Zaharova got,

Em pêşniyar dikkin Praga dest ji piştaxwedayîna NATO berde.

Ev şêwazê axaftina li gel Rûsya nayê pejirandin.

Beriya niha Berdevkê Kremlîn Dmitry Peskov jî ragihandibû ku ew li hemberî helwesteke tundya ya Çekya wê bêdeng nemînin.

Û Moskova şêwazê welatên ji derve li hemberî wê tê karanîn qebul nake.

Çekya 5 kes bi îdiaya ‘xebatên terorê’ binçav kir

hun dikarin li vir dimenê polîsên ber derê konsolxaneya çekya dênin

Çekya krîza dîplomasî gavek din bipêşde bir û bi îdiaya “xebatên terêrê meşandine” 5 binçav kir.

Serdozgerê Çekya Martin Bily di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de anî ziman ku kesên mijara gotinê ji bo piştevaniya komên cudakar yên alîgirê Rûsya tevger dikirin.

Martin Bily anî ziman ku van kesan, kesên dixwestin biçin Rojhilatê Ukrayan rêxistin dikirin.

Back to top button