Li Hindistanê tunelek hilweşiya: 40 karker asê mane

Li eyaleta Uttarakhand a li bakurê Hindistanê ji ber hilweşîna tunelekî gelek karker di binê tunelê de asê mane.
Duh piştî xebatekî demdirêj tîmên rizgariyê karîbûn xwe bighînin karkeran û ji rewşa wan agahdar bin.
Lê hîna jî xebatên rizgariyê dewame.

Rayederê bi navê Devendra Singh Patwal, diyar kir ku wan, xwarin, av û oksîjenê ji kesên asêmayî re şandine û ew bi hemiyan re di nav têkiliyê de ne.

Patwal destnîşa kir ku niha ew nikarin ji bo derxistina karkeran demekî diyar bêjin û got:

“Ev yek ne karekî hêsan e.”

Li eyaleta Uttaraxand xebatên bo rizgariya karkeran dewame

Heta niha jî tîmên rizgariyê ji bo xilaskirina karkeran xebatên xwe didomînin.

Li gorî agahiyan nêzîkî 60 karker di hundirê tunelê de hebûn.

Tenê nêzî 20 kes ji wan karîne xwe xilas bikin.

Karker bi navê Rajeev Das ji rojnamevanan re got:

“Di destpêkê de, em fikirîn ku dibe ew hilweşînek piçûk be, lewma me karê xwe domand, lê piştre me dîti bi carekî de tunel hilweşiya.”

Li gorî agahiyan tunel ji ber giraniya zêde ya ku bi ser de hatiye hilweşiyaye.

Li Hindistanê tunelek hilweşiya: 40 Karker di tunelê de asê mane

Back to top button