HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de li Zapê 3 leşkerên din ên Arteşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî jî HPG got:
Çeperên şer ên gerîla 28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Li aliyê din HPG nasnemeya gerîlayeke şehîd jî eşkere kir û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.
Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê bi berxwedanek mezin rê nadin dagirkeriya dewleta Tirkiyê.
Di çalakiyên gerîlayan de li Zapê 3 leşkerên din ên Arteşa Tirk hatin kuştin.
Li ser hurgiliyên çalakî û êrişan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
HPG got:
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
11’ê Mijdarê hêzên gerîla bi taktîkên cuda gelek caran li dagirkeriya arteşa Tirk dan.
Di encama derbên gerîla de 3 leşker hatin cezakirin û liv û tevgera dagirkeran rawestandin.
Her wiha derb li 6 çeperan jî hate xistin.
Bi domdarî HPG’ê da zanîn li herêma Metînayê jî gerîlayên YJA bi çalakiya sabotê li dagirkeran xistin.
Arteşa Tirkiyê bi êrişên çekên qedexe û kîmyewî sûcên şer didomîne
Dagirkerên ku di çiyayên Kurdistanê de asê mane, ji bo pêşî li tekçûyîna xwe bigrin sûcên şer didomînin.
Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî jî HPG agahî parve kir û got: 11’ê Mijdarê çeperên şer ên li herêmên Zap û Metînayê;
28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî, 16 caran jî bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin
Her wiha HPG’ê diyar kir qaden gerîla 13 caran bi balafirên şer û helîkopteran jî hatin bombekirin.