Lavrov û Blinken cara yekemîn li Îzlanda hatin gel hev

Wezîrên Karên Derve yên DYA û Rûsya cara yekemîn beriya civîna Biden-Putin li Îzlanda civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê DYA Antony Blinken di çarçoveya Civîna Wezîran a Konseya Arktîkê de civîneke dualî pêk anîn.

Di civîna li Îzlanda hate lidarxistin de, Lavrov û Blinken ku li ser hevdîtina serokdewletê Rûsya Vladimir Putin û Serokê DYA Joe Biden danûstandin kirin, aloziya navbera her du welatan jî gotûbêj kirin.

Di civîna çapemeniyê ya ku berî her du civînan hat li dar xistin de, Antony Blinken got:

“Têkiliyên aram di navbera Amerîka û Rûsyayê de wê bi kêrî hemî cîhanê bê.”

Blinken li ser welatên ku li hemberî Rûsya ceza ferzkirî de jî ev tişt anî ziman:

“Gavên vê dawîyê yên DYA li dijî Rusya avêtin ne jibo zêdekirina alozî, lê jibo parastina berjewendîyên Washingtonin”.

Lovrov jî mîna hempişeyên xwe Blinken gotina aramiyê bikar anî û rewşa cihanê bi têkliyên navbera Moskowa-Waşîngtonê ve girêda.

Back to top button