Li gorî daneyên UNESCO, di her çar rojan de, rojnamegerek ji ber kar û xebatên xwe yên pîşeyî tê kuştin.
Hat diyarkirin ku li tevahiya cîhanê, di navbera salên 2006 û 2017’an de hezar û 10 rojnameger hatine kuştin.
Nûnertiya Rêxistina Çand û Zanistê ya Perwerdeya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), berî Roja Pêşîlêgertina Li Hemberî Bêcezatiya Sûcên li Dijî Rojnamegeran daxuyanî da .
Hat diyarkirin ku rojnameger bi êrîşan tên hedefgirtin.
Li gorî daneyên UNESCO, li tevahiya cîhanê di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin.
Di daxuyaniyê tê gotin:
“Li tevahiya cîhanê, di navbera salên 2006 û 2017’an de hezar û 10 rojnameger hatine kuştin.
Di nava cînayetên rojnamegeran de tenê ji sedî 10 hatine zelalkirin.
Tenê di sala 2018’an de 86 rojnameger hatine kuştin.”