Husiyan keştiyên Îsraîl û Amerîka kirin armanc

Tevî êrîşên dijber ên hêzên navneteweyî ku di serî de Amerîka û Îngîlstanê Husiyan êrîşên xwe didomînin.
Êrîşên xwe jî wek piştigiriya şerê Xezayê ku Îsraîl pêk tîne rewa dikin û dibêjin heya ew şer bidome êrîşên xwe yê li dijî keştiyan ranewestînin.
Herî dawî jî Husiyan bi iddaya ku keştiyekk bi navê MSC SKY girêdayî Îsraîlê ye xistine û di keştiyê de xisar çêbûye.

Husiyên li Yemenê ragihandin ku keştiyekî girêdayî Îsraîlê û keştiyê şer ê Amerîkayê bi moşek û balafirên bê mirov kirine armanc.

Berdevkê Leşkerî ya Husiyan Yahya Serî derbarê êrîşê de daxuyanî da û diyar kir ku li dijî keştiyekî bi navê MSC SKY ya girêdayî Îsraîlê êrîş pêk anîne.

Serî da xuyakirin êrîş bi moşekan pêk hatiye û beriya wê jî li Behra Sor li dijî balafirên şer ê girêdayî Amerîka û Îngîlîstanê bi balafirên bê mirov û moşekên balîstîk êrîş pêk anîne.

Her wiha Serî dîsa bilêv kir ku heya li Şerîda Xezayê êrîş pêk werin dê keştiyên berê xwe didin Îsraîlê bibin armancên wan.

Amerîka li dijî Husiyan êrîşên parastinê pêk anîn

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê CENTCOM diyar kirin ku li heremên di bin kontrola Husiyan de hedefên ku weke gefa nêz dibînin êrîşên parastinê pêk anîne.

CENTCOM di platforma medya civakî X’ê de derbarê mijarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de CENTCOM ragihand ku li dijî moşekên balîstîk ku ji bo keştiyên şer ê Amerîkayê gefa nêz in êrîşên parastinê pêk hatin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş ji bo parastina azadiya çûn û hatina keştiyan û keştiyên bazirganî û şer ên Ammerîkayê, ji bo ewlehiya avên navneteweyî pêk hatiye.

Hat destnîşankirin ku yek ji moşekên Husiyan keştiyê bi navê MSC SKY kiriye armanc û keştî xisar dîtiye.

Rewşa li Behra Sor

Amerîkayê ragihand ku di 18’ê Kanûna 2023’yan de bi beşdariya komek welatan li dijî hêzên Hûsiyan bi hinceta ku ewlehiya bazirganiya deryayî ya cîhanî ketiye xeterê, “hêzeke peywira deryayî” ya pirneteweyî hatiye avakirin.

Nêzîkî ji sedî 12’ê bazirganiya gerdûnî bi Kanala Sûweyşê tê kirin, ku Deryaya Navîn bi Deryaya Sor ve girêdide û riya herî kurt di navbera Ewropa û Asyayê de peyda dike.

Îtalya beşdarî êrîşên li dijî busiyan bû

Back to top button