Di hevdîtinên li Qahîreyê de encam nehat bi dest xistin

Careke din bîryar ji hevdîtinên li Qahîreyê ên ji bo pêkanîna agirbesta li Xezayê û berdana dîl girtiyan derneket.
Misirê eşkere kir ku di danûstandinan de hê ew negihiştine encamekê.
Amerîkayê jî bang li Hemasê kir ku şertên agirbesteke şeş hefteyan qebûl bike.

Du roj berê Amerîka, Qeter, Misir û Hemasê li Qahîreyê di mijara pêkanîna agirbestê û berdana dîl girtiyan de dest bi danûstandinan kirin.

Lê Îsraîlê ji ber sedema agahiyên derbarê dîl girtiyên dijîn de ku Îsraîl dixwaze Hemas nade şande neşandibû Qahîreyê.

Misir: Di mijara pêk anîna agirbestê de me hê encam bi dest nexistiye

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî li ser mijara danûstandinên li Qahîreyê axivî.

Samih Şukrî ku duh bi Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Hanke Bruins re civîna çapemeniyê li dar xistin got,

“Misir û Qeter ji bo berdana dîl girtiyan û agirbestê bi Hemas û Îsraîlê re danûstandinan dikin. Lê di danûsandinan de encameke ku rê li ber agirbestê veke me bi dest nexistiye.”

Her wiha Şukrî diyar kir ku li Xezayê rewşa mirovî jî xirab dibe û li bakurê bajêr ji ber birçîbûnê zarok dimirin.

Amerîka: Em bang li Hemasê dikin ku şertên hatine pêşkêşkirin qebûl bike

Têkildarî hevdîtinên li ser Xezayê de Qesra Spî ya Amerîkayê jî duh daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin hevdîtinên li ser Xezayê ên li Qahîreyê didomin û bang li Hemasê hate kirin ku şertên ji bo wan hatine pêşkêşkirin qebûl bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,

“Ji bo ku di mijara dîl girtiyan de lihevkirin pêk were, li Xezayê pêwîstî bi agirbesteke demkî heye. Di vê dema ku hevdîtinên li Qahîreyê dewam dikin, em bang li Hemasê dikin ku şertên li ser masê qebûl bike.”

Berdevkê Ewlekariya Netewî yê Qesra Spî John Kirby jî têkildarî mijarê got,

“Amerîka li bendê ye ku beriya destpêkirina meha remezanê li hemberî berdana dîl girtiyan peymaneke agirbestê bê îmzekirin.”

Kamala Harris û Benny Gantz li washingtonê hevdîtin kirin

Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris jî li Qesra Spî bi endamê Kabîneya Şer ya Îsraîlê Benny Ganz re hevdîtin pêk anî.

Derbarê hevdîtinê de Qesra Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha gotin,

“Cîgira Serok Kamala Harris di hevdîtina bi Ganz re di mijara ewlekariya Îsraîlê û mafê xwe parastinê de piştgiriya Amerîkayê dubere kir.

Cîgira Serok derbarê rewşa mirovî ya li Xezayê û êrişa li dijî karwanê alîkariyê de fikarên xwe anî ziman.”

Her wiha hat diyar kirin Kamala derbarê operasyona bejahî ya li dijî Refahê ku Îsraîl amadekariya wê dike, li ser pêkanîna planeke mirovî niqaşkirine.

Hat gotin Kamala Harris bang li Hemasê kiriye ku şertên plana agirbestê ya şeş hefteyan jî qebûl bike.

Amerîka ji Îsralê dixwaze ku şer li gorî demeke diyar bi dawî bike

Li aliyê din Şêwirmendê Ewlkeriya Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan jî li Washingtonê bi Endamê Kabîneya Şer yê Îsraîlê Benny Ganz re li ser rewşa şerê li Xezayê hevdîtin kir.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê Sullivan ji Ganz xwestiye ku operasyonên li dijî Şerîda Xezayê li gorî demeke diyar bi dawî bikin.

Îsraîlê şande neşand civîna Qahîreyê

Back to top button