Îsraîlê şande neşand civîna Qahîreyê

Duh careke din Amerîka, Qeter, Misir û Hemasê li Qahîreyê dest bi danûstandinan kirin.
Li gorî çapemeniya Misirê derbarê pêkanîna agirbestê û berdana dîl girtiyan de gavên girîng hatine avêtin.
Lê Îsraîlê ji ber Hemasê agahiyên derbarê dîl girtiyên ku dijîn de nedaye, şande neşand Qahîreyê.

Têkildarî pêkanîna agirbestê ya li Xezayê û berdana dîl girtiyan hevdîtin dewam dikin.

Hefteya derbasbuyî li Parîsê civîn hatibû lidarxistin û hatibû ragihandin di civînê de encamên girîng hatine bidestxistin.

Di vê çarçoveyê de careke din şandeyên Hemas, Qeter û Amerîkayê duh li paytexta Misirê Qahîreyê bûn.

Hat ragihandin ku hevdîtinan destpê kiriye.

Lê eşkere bû ku Îsraîlê ji bo danûstandinan şande neşandiye Qahîreyê.

Hat diyar kirin sedema neşandina şandeyê jî ew e ku agahiyên derbarê dîl girtiyên dijîn de ku Îsraîl dixwaze Hemas nade.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Hemas derbarê dîl girtiyên ku niha dijîn de agahiyan parve nake.

Civîna li Qahîreyê bi beşdariya DYA, Qeter, Misir û Hemasê didome

Civîna li Qahîreyê bi beşdariya Amerîka, Misir, Qeter û Hemasê di roja duyemîn de didome.

Li gorî çapemeniya Misirê di civînê de pêşketinên girîng hatine bi dest xistin.

Kamala Harris: Divê demildest li Xezayê agirbest pêk were

Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris derbarê şerê li Xezayê de axivî û bal kişande li ser encamên wê yên giran.

Kamala diyar kir şerê li Xezayê rê li ber êşên mezin vekiriye û da zanîn divê tavilê agirbest pêk were û wiha got,

“Divê Hemas jî şertên agirbestê qebûl bike. Divê Îsraîl jî rê bide ku hê zêde alîkarî bighêje Filistiniyan.”

Welatên Kendavê ji bo Xezayê banga agirbestê kirin

Li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civîna Konseya Hevkariyê ya Kendavê hate lidarxistin.

Wzîrên Karên Derve yên Îmarat, Kuweyt, Umman, Qeter û Behreyn beşdarî civînê bûn.

Di encamnameya civînê de êrişên Îsraîlê hatin şermezarkirin, banga rawestandina êrişan û pêk anîna agirbestê ya ji bo Xezayê hate kirin.

Her wiha hate xwestin bi awayekî lezgîn tevdîr bên girtin ku alîkariyên mirovî bighêjin herêmê.

Di roja 150 ya şerê li Xezayê de gelek kes mirin û birîndar bûn

Back to top button