Remziya Mihemed: Tirkiye rêxistinkirina jina têkoşer dike armanc

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed jî nerazîbûn nîşanî şehîdkirina Zehra Berkel da û anî ziman ku “Tirkiye rêxistinkirina jina têkoşer armanc dike.”

Remziya Mihemed da zanîn ku, bombebarankirina deverên ku endamên Kongreya Star lê ne, armanckirina tovê xebatên rêxistinbûyîna jinê ne.

Remziya destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd û tunekirina hebûna wî ye.

Remziya bêdengiya hikûmeta Rûsya ya li hemberî komkujiyên ku Tirkiyê li herêmên ku nuqteyên wê lê ne, şermezar kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star di dawiyê de soza mezinkirina têkoşîna azadiyê û tolhildana hevalên xwe da.

Back to top button