Bi dîmen..Hêzên Asayîşa herêma Firatê: Tirkiye sûcekî din li dijî jin û mirovahiyê pêk anî

Hêzên Asayîşê, ev bomebarana dewleta Tirk li dijî gundê Helincê yê Kobanê weke kirineke sûcdar ku Tirkiyê li dijî jinan pêk tîne, pênase kir.

Hêzên Asayîşa herêma Firatê di daxuyaniya xwe de şehîdxistina 3 jinên sivîl wek sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Asayîşê diyar kir ku ev ne êrîşa yekemîn e û dewleta Tirk bi vê yekê careke din li dijî jinan sûc pêk anî.

Hêzên Asayîşê got:

Em vî sûcê derexlaqî red dikin û em ê bi şev û roj kar bikin da ku rastiya dewleta Tirk û sûcên wê yên faşîst li dijî jinan eşkere bikin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî, Rûsya weke berpirsa êrîşê dît û destnîşan kir ku berpirsyariya ewlehî û aramiya herêmê li gorî lihevkirinê ya artêşa Rûsî ye.

Rêveberiyê her wiha bang li Amerîka û koalîsyona navnetewî kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk bisekinînin..

Back to top button