Hizbullah li geliyê katamun hêzên Îsraîlê kir armanc

Li başûrê Lubnanê pevçûnên Îsraîl û Hizbûllahê didomin.
Artêşa Îsraîlê ku dixwest derbasî herêma Geliyê Katamûnê bibe rastî êrîşên moşekan a Hizbullahê hatin.

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wan şeva borî hêzên Îsraîlî yên ku dixwestin derbasî herêma Geliyê Katamun li başûrê Lubnanê bibin, bi moşekan kirin armanc.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku fuzeyan rasterast li hêzên Îsraîlê xistine.

Her wiha Hizbullahê ragihand ku wan baregeha Zarît a Îsraîlê bi topan hedef girt.

Artêşa Îsraîlê êrîşî Ayta el Şeab a li Başûrê Lubnanê kir

Artêşa Îsraîlê êrîş birin ser bajarokê Ayta El Şeab a li başûrê Lubnanê.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê (NNA), yek ji êrîşên esmanî derdora bakurê navçeyê û ya din jî navenda navçeyê kiriye armanc.

Li bajarê Tire yê Lubnanê jî balafirên şer ên Îsraîlê û balafirên bêmirov ên bi çek firînên tund pêk anîn.

Hizbullah û Îsraîl ji destpêka şerê li Şerîda Xezayê di 7ê cotmehê de heta niha êrîşên li ser sînor pêk tînin.

Ev dibe sedem ku bi hezaran kes ji başûrê Lubnanê û bakurê Îsraîlê birevin.

Amerîka: Metirsî heye ku Îsraîl êrîşeke bejahî li Lubnanê bike

Back to top button