Mezlûm Ebdî: Çeteyên El-Nusra amûrekî nû yê dagirkeriya Tirk e

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ku bi dîmen beşdarî komxebata MSD’ê bû, diyar kir ku dewlata Tirk El-Nusra wekî amûrê pêkanîna dagirkeriyê niha bi kar tîne û dixwaza vê dagirkriyê mayînde bike.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya Zoomê beşdarî komxebata MSD`ê ya li Şehbayê bû.

Ebdî bal kişand ser armancên serwerkirina çeteyên El Nusra li ser Efrînê û got:

“Piştî ku dagirkeriya Tirk di ferzkirina siyaseta xwe de li Efrîna dagirkirî bi rêya çeteyan bi bin ket, El-Nûsra derbas kir..

Bi vê dixwaze bi awayekî mezintir ajandeyên dagikeriyê pêk bîne û îro planên xwe bi rêya rêxistina El Qaîde pêk tîne.

Efrîn ne tenê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, lê belê bi komployeke mezin ya ji aliyê hemû welatên cîhanê ve hat dagirkirin.”

Mezlûm Ebdî anî ziman ku tiştî ku divê niha were kirin ew e ku sûcên dagirkeriya Tirk bên teşhîrkirin.

Mezlûm Ebdî: Dewleta Tirk a binketî hewl dide xwe nêzî Şamê bike

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di beşdarbûna komxebatê de li ser nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi hikumeta Şamê re jî nirxandin kir û ev yek anî ziman: “Tişta herî xeternak ku herêm tê re derbas dibe, dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ye.

Ya din jî nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re ye.

Back to top button