Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe ku di encama êrişa balafireke bê mirov a dewleta Tirk de şehîd bûbû eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Nîsanê de bi balafireke bê mirov bargeheke Hêzên Parastina Sînor li Dirbêsiyê bombebaran kir û di encamê de hevrêyê wan Mihemed Aydin şehîd bû.
QSD’ê di daxuyaniyê de got:
“Em soz didin şehîd Mihemed ku tola wî hilînin. Wê tolhildana me wekî fedakarî û lehengiya wî mezin be.”
QSD’ê da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên gelê herêmê têk bibe, ji ber wê êrişî herêmê dike.
QSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji gel û malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina têkoşînê û pêkanîna armancên şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye,
Nasnav: Rojvan Wan
Nav û Paşnav: Mihemed Aydin
Navê Dayîkê: Fatime
Navê Bav: Qitbedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dirbêsiyê, 9`ê Nîsana 2022`yan