Sunak di pêşbaziya serokatiya Partiya Mûxafazakar de li pêşe

Di tûra yekem a ji bo serokatiya Partiya Mûxafazakar a Îngîlistanê de Sûnak yekem derket.
Wê tûra duyemîn û belkî jî ya sêyemîn jî were kirin.
Di dawiya dawî de, wê 5’ê Îlonê kesê ji bo serokatiya partiyê hatî hilbijartin, bibe serokwezîrê Îngilistanê.

Li Îngîlistanê piştî ku Serokwezîr Borîs Johnson ji serokatiya Partiya Mûhafazakar îstîfa kir, di nav parlementerên partiyê de dengdanî hate kirin.

Ji nav 8 namzetan 6 namzet di dengdana pêşîn de bi ser ketin.

Wezîrê berê yê maliyeyê Rîshî Sûnak 88,

Penny Mordaûnt 67,

Lîz Trûss 50,

Kemî Badenoch 40,

Tom Tugendhat 37,

Sûella Braverman jî 32 deng stend.

Ji bo serokatiya partiyê heşt namzetan navê xwe eşkere kiribûn.

Ji bo tûra yekemîn pêwistiya her namzetekê bi 30 dengan hebû.

Nadhîm Zahawî yê ku Kurdekî ji Bexdayê bû 25 û Jeremy Hunt jî 18 deng stendin.

Ji ber wê yekê herduyan nekarîn beşdarî tûra duyemîn bibin.

Tûra duyemîn îro pêk hat.

Li gorî encamên di vê tûrê de wê xuya bike ka wê tûra sêyemîn jî a di 18’ê Tîrmehê de pêk were yan na.

Tê payîn heta 21’ê Tîrmehê du namzet werin diyarkirin.

Piştre 160 hezar endamên Partiya Mûhafazakar wê ji bo serokatiya partiyê û serokwezîriyê dengê xwe bidin.

Wê encam di 5’ê Îlonê de were eşkerekirin.

Lîderê nû yê Partiya Mûxafazakar wê 5’ê Îlonê diyar bibe

Wezîrê Tenduristiyê yê berê Sacîd Cawîd û Parlamenter Rehman Çîştî duh ragihandin ku ew ji pêşbirka serokatiyê vekişiyane.

Wezîrê Gihandinê Grant Shapps jî anî ziman ku ew ji pêşbaziyê vedikişin û diyar kir ew ê piştgiriyê bidin Sunak.

Back to top button