TEV-DEM: Êrîşa li dijî Gerîla winadkirina destkeftiyên Kurdan e

TEV-DEMê êrîşa PDKê ya li dijî Gerîla weke qonaxa windakirina destkefiyên Kurdan pênase kir û anî ziman ku ev dikeve ximeta dagirkeriya Tirk de. TEV-DEMê ji bo parastina nirxan jî bang li aliyên Kurdî kir ku nakokiyan bi diyalogê çareser bikin. 

Ji bo êrîşa PDK ya li ser hêzên Gerîla ku tê de 3 Gerîla birîndar bûbûn, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê îşaret bi xeteriya vê qonaxê kir û bûyerên li Amêdiyê weke destpêka qonaxa windakirina destkefiyên Kurdan bi nav kir, ku tenê xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk dikin.

TEV-DEM da zanîn ku ew rê nedin rijandina xwîna ciwanên Kurdistanê û ji bo parstina nirxên Kurdan teqezî li ser pêkanîn û pêşxistina diyaloga netewî kir.

TEV-DEM: Divê hêzên Kurdî nakokiyan bi diyalogê çareser bikin

TEV-DEM ji bo têkbirina hemû planên dijberî gelê Kurd ev bang kir:

Em bang li xwişk û birayên xwe yên di nava hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de û gelê xwe yê berxwedêr dikin ku dagirkeriya Tirk ji xaka me derxin.

Divê em ji xeteriya van planan hişyar bin û bi pey lîstokên ku nakevin xizmeta doza Kurdî û gelê Kurd, nekevin.

Ji ber şerek rû bide dê şerekî Kurdî-Kurdî û ne şerekî di navbera Kurd û dewleta Tirk de be.

Divê hêzên siyasî û niştimanî yên Kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl bi lez destwerdanê bikin da ku şerê Kurdî-Kurdî asteng bikin û ref û helwestên xwe yên neteweyî bikin yek.

Back to top button