Di lehiya li Lîbyayê de 429 koçber mirin, 500 winda ne

Li Lîbyayê ji ber bager û lehiya li welat, ziyanên derketî hîna jî tam diyar nebûn.
Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî ragihand ku di karesatê de, 429 koçber mirin e, 500 winda ne.
Her wiha 42 hezar û 45 kes ji cihê xwe bûne.

Rêxistinê li ser mijarê di malpera xwe de, agahiyên li ser mijarê cara 7. nû kir.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber karesata li bakurrojihlatê welat pêk hat, li gorî texmînan 42 hezar û 45 kes ji cihê xwe bûne.

Beşek ji malbatan jî vegeriyane cihê xwe.

Di karaseta pêk hatî de, 429 koçberên karker mirine û 500 jî winda bûne.

Di daxuyaniya rêxistinê da hat destnîşankirin ku ji sedî 96ê koçberan li rojhilatê Lîbyayê û ji sedî 4 jî li rojavayê welêt in.

Hat diyarkirin ku ji sedî 40 ê li rojhilatê welêt li Derne, ji sedî 12 li El-Beyda, ji sedî 10 li Şehat û rêjeya mayî jî li bajarên din yên welatin.

12 cihên niştecihbûnê yên giştî weke dibistan ji bo bicihkirina koçberên ku piraniya wan ji Derna û El-Beyda ne û 9 ji wan jî li Derna ne.

Doh jî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) yê ragihand ku hejmara qurbaniyên ji ber lehiya li Libyayê gihişte 4 hezar û 333’an û 8 hezar û 500 jî winda ne.

Back to top button