Li Venezuela ji bo Guaido biryara girtinê hat dayîn

Ji bo Guaido ku demekê xwe wek serokê Venezuelayê îlan kiribû, biryara girtinê hat dayîn.
Hinceta girtina Guaido, tê îdiakirin ku wî ji Amerîka “pere, xiyanet û zirara aborî daye welat” ye.

Li Venezuelayê ji bo serokê berê yê Meclisa Neteweyî Juan Guaido ku li DYA dijî, biryara girtinê da.

Guaido ku demekê xwe weke ‘serokê demkî’ îlan kiribû, bi ‘xayîntî û şûştina pereyan’ hat sûcdarkirin.

Serdozgerîya Giştî ya li Venezuelayê derbarê serokê muxalefetê Guaido yê ku piştî demekê xwe wek serokê demkî îlan kir, ji hêla gelek welatan ve hat qebûlkirin, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serdozgeriyê ragihand ku derbarê muxalif ê ku ji meha Nîsanê ve li DYAyê dijî bi îdiaya “pere, xiyanet û zirara aborî daye dewletê” biryara girtinê hat dayîn.

Di daxuyaniya Serdozgerê Komarê de, Guaido bi “avakirina hikumetek çêkirî, zirara 19 milyar dolarî ji dewletê re û dabînkirina fînansekirina xwe tê sûcdarkirin.

Hat diyarkirin ku der barê Guaido de 29 lêpirsînên cuda tên kirin.

Hat ragihandin ku ji bo şopandina pêvajoya hiqûqê 3 dozger hatine erkdarkirin.

Wê ji bo serokê muxalefetê jî teblîxata sor bê xwestin.

Kolombiya Guaido dersînor kiribû

Rêberê berê yê mixalîfa Venezuelayê Guaido 25’ê Nîsanê ji Kolombiyayê hatibû dersînorkirin.

Back to top button