Di roja 150 ya şerê li Xezayê de gelek kes mirin û birîndar bûn

Di roja 150 de gelek kes di şerê li Xezayê de mirin û birîndar bûn.
Filistînê jî eşkere kir ku artêşa Îsraîlê şerê xwe ber bi herêma Refahê ve gav bi gav berfireh dike.
Hemasê jî bang li welatên cîran kir ku li hemberî şerê Îsraîlê ya birçîhiştina Xezayê bêdeng nemînin.

Di roja 150 ya şerê li Xezayê de hejmara kuştî û birîndaran rojane zêde dibe.

Li navenda bajêr di navbera Hemas û Îsraîlê de şer û êrişên giran diqewimin.

Li gorî çapemeniya Filistînê di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî maleke li kampa Nuseyrat ya li navenda bajêr de 12 kes mirin, 42 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di êrişa li dijî taxa El Kuweyt de jî bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Her wiha hat ragihandin artêşa Îsraîlê bi balafirên şer û topan herêmên Şêx Zayed û Tel Zatar ên li bakurê bajêr jî bombebaran kirine.

Filistîn: Îsraîl şerê xwe yê tunekirinê ber bi Refahê ve berfireh dike

Wezareta Karên Derve ya Filistînê jî eşkere kir ku artêşa Îsraîlê şerê xwe ber bi herêma Refahê ve gav bi gav berfireh dike.

Wezaretê duh têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got,

“Bombebaran û operasyonên leşkerî yên Îsraîlê tên wateya ku wê li dijî Refahê êrişê bidin destpêkirin. Tevî hişyariyên navnetewî jî êrişên artêşa Îsraîlê li dijî vê herêmê zêde bûne.

Êrişa bejahî ya Îsraîlê a li dijî Refahê wê bandorê li mîlyonek 400 hezar Filistiyan ên ku xwe lê girtine, bike.”

Her wiha Wezaretê hişyarî kir ji ber astengkirina alîkariyan ya ji bo bakurê bajêr xeteriya xelayê zêde dibe.

“DIvê welatên cîran li dijî şerê birçîhiştinê yê Îsraîlê bê deng nemînin”

Hemasê jî bang li welatên cîran kir ku li hemberî siyaseta Îsraîlê ya birçîhiştina Xezayê bêdeng nemînin.

Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Ûsame Hemdan li paytexta Libnanê Beyrûdê têkildarî mijarê axivî.

Hemdan diyar kir derbarê danûstandinên ji bo pêk anîna agirbestê de ew nerm in û bal kişande li ser rewşa xela û birçîbûna li Xezayê ye.

Ûsame Hemdan bang li welatên cîranê Filistînê kir, li hemberî şerê birçîbûnkirinê ku li dijî Xezayê tê meşandin bê deng nemînin.

Di şerê li Xezayê de 90 kesên din mirin

Back to top button