Li Stenbolê şewat derket: 29 kes mir

Li Gayrettepe ya navçeya Beşîktaşê di şewata ku di klûbeke şevê de derket 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya jî ragihand ku derbarê şewata li Gayrettepeyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Têkîlarî bûyerê 6 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Beşîktaş a Stenbolê ya Tirkiyê şewat derket.

Wezîrê Tenduristiyê ya Tirkiyê Fexredîn Koca derbarê bûyerê de daxuyanî da.

Fexredîn Koca ragihand ku şewat di dema nûkirina klubekê şevê ya li Gayrettepeyê derket.

Wek hejmara windahiyên canî jî Koca da zanîn ku di şewatê de 29 kes mirine.

Wezîrê Tenduristiyê anî ziman ku 32 ambûlans û 1 tîma Yekîneya Rizgarkirina Tibê ya Neteweyî sewqî cihê bûyerê hat kirin.

Têkîldarî bûyerê 6 kes hatin binçavkirin

Waliyê Stenbolê Davut Gul jî li cihê bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku bi tevahî 23 kes di şewatê de şewitîn û wiha got:

“Ev der klubeke şevê ye û avahî dihat temîrkirin. Sedema şewatê hêj nayê zanîn.”

Li Gayrettepeyê ji ber şewata ku li qata binî ya avahiyeke 16 qatî derket, gelek îtfaiye û ekîbên tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin, birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya jî ragihand ku derbarê şewata li Gayrettepeyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Walîtiya Stenbolê jî da xuyakirin ku kluba şevê di sala 1987’an de ruxset wergirtiye û di sala 2018’an de jî ruxset hatiye nûkirin.

Her wiha Walîtiyê ragihand ku di çarçoveya lêpirsînê de 6 kes hatine binçavkirin û ji van 4 kesan bi sûcên curbecur qeydên wan hene.

Back to top button