Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Xakûrkê, Çelê û Qersê li dijî leşkerên Tirk çalakî pêk anîn.
HPG’ê diyar kir ku di encama van çalakiyan de fermandar jî di nav de 5 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:
30’ê Gulanê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk a dagirker yên li Girê Şehîd Botan yê Xakûrkê çalakiyeke sabotajê pêk anîn.
Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Hêzên dagirkeriyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndaren xwe ji herêmê rakir.
Gerîlayan di çarçoveya pêngava şoreşgerî de yekîneyekî artêşa Tirk a dagirker ku ewlehiya rêya di navbera Colemêrg – Çelê ya herêma Dêrava Qesranê a navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk dianin, xistin bin kontrola xwe.
Piştî şerê li herêmê rû da leşkerek payebilind hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa dagirker 21’ê Gualnê li herêmên Tepê Reş, Tepê Vizik, Tepê Dûmanlî û Tepê Karargah ên herêma Kizil Kilîse ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyona dagirkeriyê kir.
31’ê Gulanê gerîlayan li herêma Tepê Reş li dijî yekîneya dijmin çalakiya sabotajê pêk anîn.
Qasî hat tespîtkirin leşkerek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.
2 û 3’ê Hezîranê balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê bombe li Girê Şehîd Derwêş a herêma Xakûrkê û Girê Hakkarî yê herêma Metînayê barandin.
Di van bombebaranan de tu windahiyekî canî ya hêzên me çênebûn.