KCK’ê qurbaniyên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

KCK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan daxuyaniyek da û got:
Em ê ji hêzên kujer û hevkarên wan, teqez hesab bêpirsin û jiyana demokratîk û azad avabikin.

Dewleta Tirk a mêtinger di sala 1930’î de li Geliyê Zîlanê yê Wanê komkujiyeke mezin pêk anî.

Di vê tevgera qirkirinê de bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegeriya Komkujiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK: Komkujiya Geliyê Zîlan êşeke mezin di dilê gelê Kurdistanê de hiştiye

KCK’ê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: Komkujiya Geliyê Zîlanê êşeke gelekî mezin di dilê gelê Kurdistanê de hiştiye.

Hejmara rastî ya mirovên hatin qetilkirin hîn baş nayê zanîn, lê belê artêşa Tirkiyê bi rengekî komî qirkirin pêk anî.

Tê gotin, tenê li Geliyê Zîlanê bi deh hezaran kes hatin qetilkirin.

Organên weşanê yên dewleta Tirk a qirker bi xwe ragihand ku Geliyê Zîlanê bi cesedan tijî bû.

Ev gotin bi xwe radixe pêş çavan bê komkujî çiqasî mezin e.

Gelê Kurdistanê ev komkujiya giran û bi êş ti carî ji bîr nekir, her tim bi bîr anî.

KCK’ê diyar kir ku Komkujiya Geliyê Zîlanê mîna komkujiya li Dersimê, karakterê qirker û dijminê Kurdan ê dewleta Tirk bi şênberî raxist pêş çavan.

KCK: Divê mirov li Tirkiyê rastiya Kurd derxîne holê

KCK’ê raghand ku divê mirov vê dîroka qirker bi hemû aliyan ve ronî bike û ev yek got:

Ne tenê Kurd, divê rewşenbîrên Tirk jî ji bo eşkerekirina dijminahiya dewletê ya li hemberî Kurdan bikeve nava hewldanê.

Li Tirkiyê mirov rû bi rûyê rastiya Kurd nemîne, vê rastiyê bi hemû aliyan ve dernexîne holê û xwedî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dernekeve, ti pêşketin çênabe.

Guhertina Tirkiyê, demokratîkbûna wê, ronîbûna wê encex bi helwesta li dijî neheqî, qirkirin û komkujiyan dibe.

KCK: Em ê ji hêzên kujer û hevkarên wan teqez hesab bipirsin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê ji hêzên kujer û hevkarên wan, teqez hesab bipirsin û got:

Bingeh û armanca derketina dîrokî ya tevgera me ev e.

Li ser vî bingehî di serî de gelê Kurdistanê yê welatparêz, divê hemû dost û hêzên demokrasiyê li dijî êrişên tecrîd û qirkirinê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst hîn xurttir têbikoşin.

https://anfkurdi.com/kurdistan/kck-e-qurbaniyen-komkujiya-geliye-zilane-bi-rezdari-bi-bir-ani-171650

Back to top button