Penaberekî Îraqî li kampa Holê di êrîşekê de birîndar bû

Dîsa li kampa Holê li dijî penaberekî Iraqî êrîşek pêk hat, di encamê de panaber birîndar bû.

Vê sibehê, penbarê Iraqî yê bi navê Taha Xayib Ebdullah ê 28 salî li kampa holê birîndar bû.

Li gorî agahiyan, Taha 2 gule di serê xwe de xwarine û ji nexweşxaneya Hikmê ya Hesekê re hat veguhestin.

19’ê Gulanê jî, li beşa paneberên Iraqê cenazeyên du xwişkên Iraqî ku bi guleyan ji aliyê kesine nas ve, hatibûn kuştin, hatin dîtin.

Tevî ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn meha borî li kampê bi operasyonekê, gelek endamên şaneyên DAIŞ’ê girtin ku berpirsên bûyerên kuştinê ne, lê dîsa jî ev kirin li kampê dewam in.

Back to top button