KCK’Ê ,KNK’Ê Û CIVAKA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê, Konseya Rêveber a KNK’ê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê Cejna Remezanê pîroz kirin û diyar kirin ku , “Li dijî faşîstên dijminê mirovahiyê, mezhep-perest û hêzên ku olê bikar tînin dikin, em bang li gelê xwe dikin ku bi baweriyeke hevpar têbikoşin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Remezanê pîroz kir.

KCKӐ di daxuyaniya xwe de wiha got;

Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji bo cîhana Îslamê bibe wesîleya aştî, aramî û jiyaneke demokratîk.

Di serî de Misilmanên Kurdistanî, hemû Misilmanên ku di dema rojiyê de daxwaza başî, rastî, maf û edaletê ji bo mirovahiyê kirin û îbadeta xwe bi vî rengî kirin; cejna wan hemûyan pîroz dikin.

KCK’ê destnîşan kir, gelê Kurdistanê meha Remezanê bi berxwedaneke mezin temam kir.

Dayikên Kurd piraniya rojên ku rojî bûn li qadan di nava têkoşîna demokratîk de derbas kirin.

KONSEYA RÊVEBER A KNK’Ê CEJNA REMEZANÊ PÎROZ KIR

Her wiha Konseya Rêveber a KNK’ê jî Cejna Remezanê bi peyamek pîroz kir û got;

Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin.

Li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin.

Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê niha jî berê xwe yên dagirker dane Başûrê Kurdistanê.

Li Rojhilat jî rewşa aloz dewame.

Li hember êrîşên dagirkeran, berxwedanek bê hempa heye û şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi hemû awayî didome.

Bi heman armancê Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî Cejna Remezanê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir û got:

Îro jî li ser gelê me zilmeke mezin heye. Gelê me tê kuştin, talankirin û cejn li wan hatine herimandin.

Ji bo ku li Rojhilata Navîn cejn wekî cejnan werin pîrozkirin divê durûtiya li hemberî gelê me were rakirin.

Bi wesîleya vê cejnê em bang li Tirk, Ereb, Fars û gelên din ên Misilman jî dikin ku yekîtiya demokratîk xurt bikin û di nava ruhê biratiyê de tevbigerin.

Leave a Reply

Back to top button