RÊVEBERIYA XWESER 5 ZAROKÊN NORWECÎ RADESTÎ HIKUMETA NORWECÊ KIR

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Norwecê doh serdana herêmên Bakur û rojhilatê Sûrî kir. Nûnerên Norwecê li ser mijara zarokên DAIŞ’î yên Norwecî nîqaş kir.
Piştî nîqaşan îro Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, 5 zarokên sêwî yên ji Norwecê , radestî nûnerê hikumeta wan kir.

Serdanên dîplomatîk ên welatên Ewropayê ji bo Rêveberiya Xweser dewam dikin..

Doh nûnerê wezareta karên derve ya Norwecê Kristen Nytland serdana navenda Rêveberiya Xweser a li Eyn Îsayê kir û bi berpirsê têkiliyên derve re civiya..

Li gorî agahiyan di civînê de, mijarên lojistî, zexta li ser Rêveberiya Xweser û zarokên Norwecê yên li Kampa Holê nîqaş hatine kirin..

Piştî civînê Rêveberiya Xweser 5 zarokên vî welatî radestî şandeyê kir..

Berdevkê têkiliyên derve yên Rêveberiyê Kemal Akif bi daxuyaniyeke nivsîkî diyar kir ku, ev radestkirin li ser daxwaza hikûmeta Norwecê pêk hatiye..

Belgeya radestkirinê jî, navbera nûnerê wezareta karê derve ya Norwecê û berpirsê têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer hat îmzekirin.

Li ser vê helwesta Rêveberiyê, nûnerê Norecî spasiya wê kir.

“Ez spasiya Rêveberiya Xweser li ser destekdayîna rêveberiyê ji bo welatiyên Nirwecê li herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê dikim.

Her wiha ji bo diyarkirina nasnameya 5 zarokên Norwcê ên sêwî , spasiya rêveberiya xweser dikin.

Em ê her 5 zarokên bibin Norwcê.

Em alîkariya Rêveberiya Xweser di vê mijarê de ji bîr nakin.”

29’ê Gulanê jî, Rêveberiyê 148 jin û zarokên ozbekî radestî welatê wan kir..

Li gel Rêveberiya Xweser bi qasî 8 zarokên biyanî yên DAIŞ’î hene û hemû jî li ser mejî û hişmendiya DAIŞ’ê hatine mezinkirin..

Ji bo vê Rêveberiya Xweser banga destekeke navdewletî dike.

Kristen Nytland doh jî diyar kir ku, ew vê serdanê weke gava yekem a hevkariyê pênase dike..

Leave a Reply

Back to top button