Doh şandeyeke Brîtanyayê bi serkêşiya nûnerê taybet serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Herdu aliyan rewşa koçberan û gefên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş kir.
Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser jî 3 zarokên DAIŞ`î yên ji Brîtanî radestî şandeyê kir.
Doh şandeyeke Brîtanyayê bi serokatiya nûnerê Brîtanyayê taybet yê Sûriyê Jonathan Hargreves serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û pêşketin û geşedanên dawî ên li herêmê nîqaş kirin.
Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, rêveberê dergehan a Rêveberiya Xweser Xebat Mihemed û nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Enes, ve hate pêşwazîkirin.
Herdu aliyan rewşa koçberan û gefên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş kir.
Di hevdîtinê de Ebdulkerîm Omer bal kişand ser rewşa kampên malbatên DAIŞ’ê û got:
“Bi sedan zarok li kampan hene ku hewcedariya wan bi ji nûve perwerdekirinê heye. Em ê her wiha 15 navendên din ji bo perwerdekirina zarokên DAIŞ’ê vekin. ”
Serokê şandeya Brîtanya Jonathan Hargreves jî diyar kir ku metirsiya DAIŞ’ê bi saya keda ku gel û şervanên herêmê daye kêm bûye û got, ev xebat bi saya fedekariyên ku gelê Sûriyê dane, pêk hat.”
Jonathan Hargreves da zanîn ku Koalîsyona Navneteweyî û di nav de Brîtanya wê piştgiriya ji bo aramiya li herêmên rizgarkirî yên Sûriyê dewam bikin
3 zarokên DAIŞ’ê yên Brîtanî radestî şandeyê hat kirin
Di dawiya hevdîtinê de Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DAIŞ`ê yên Brîtanî radestî şandeya Brîtanî kirin.
Piştî radestkirinê, herdu aliyan belgeyên radestkirinê îmze kirin.